• Friday, 20 February 2026
logo

Hewîce ji bin kontrola DAIŞê hat derxistin

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Hewîce ji bin kontrola DAIŞê hat derxistin
Fermandeyê Operasyona Rizgarkirina Hewîceyê îro kontrolkirina tevahiya navenda navçeya Hewîceyê ragihand.

Fermandeyê operasyona kontrolkirina Hewîceyê Ebdulemîr Yarellah di beyannameyekê de ragihand, hêzên Firqeya 9 a artêşa Iraqê, polîsê federalî, bersivdana bilz û lîwayên 2, 3, 4 û 11 ên Heşda Şeibî navenda navçeya Hewîceyê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û xistin bin kontrola xwe.

Ebdulemîr Yarellah herwiha diyar kir, ku pêşketina hêzên iraqî berdewam e.

Ragihandina kontrolkirina navenda navçeya Hewîceyê di îro de di demekê de ye, ku duh çarşemî 4ê Cotmehê Heşda Şeibî ragihandibû, ku wan kontrola navenda vê navçeyê xistiye bin destê xwe.

Navçeya Hewîceyê dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê û ji 4 bajarokan û nêzîkî 500 gundan pêk tê.

Hewîce di nîvê sala 2014ê de kete bin kontrola çekdarên DAIŞê û yek ji navendên giring ên hêz û desthilata rêxistina DAIŞê di nava xaka Iraqê de bû.

Rudaw
Top