• Friday, 20 February 2026
logo

Netewên Yekbûyî: Daxwaza navbeynkariyê li me hatiye kirin

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Netewên Yekbûyî: Daxwaza navbeynkariyê li me hatiye kirin
Netewên Yekbûyî ragihand, ku daxwaz ji wan hatiye kirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera wan navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.

Berdevkê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric di konfrana rojnamevaniya xwe ya rojane de li New Yorkê ragihand, Netewên Yekbûyî amade ye bi rêya gotûbêj û ji hev têgihîştinê pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.

Netewên Yekbûyî daxwaz ji Hewlêrê û Bexdayê dike, ku li ser aliyên teknîkî gotûbêjê bikin û dest bi cîbicîkirina wan bikin.

Stephane Dujjaric herwiha diyar kir, ku ew amade ne ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê û wan bandorên mirovî bikin ku ji ber nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê çê dibin.

Weke hewleke navbeynkariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, duh çarşemî 4ê Cotmeha 2017ê Şanderê Taybetê Netewên Yekbûyî Jan Kubis li gel Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.

Jan Kubis gotibû, Netewên Yekbûyî hewla rêgirîkirin ji berfirehbûna aloziyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dide.

Rudaw
Top