• Friday, 20 February 2026
logo

Rûhan: Pêwendiyên me bi Kurdistanê re baş in û daxwaz dikin ji gavê bipaş bikevin

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Rûhan: Pêwendiyên me bi Kurdistanê re baş in û daxwaz dikin ji gavê bipaş bikevin
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, “Pêwendiyên me ligel gelê Kurdistana Iraqê gelekî baş in. Naxwazin pêwendiyên bi wê re xirab bibin, lê ji ber sedema ku berpirsên Herêma Kurdistanê referandûma kirine, hêvîdar in bi xwe ve biçin, ta em neçar nebin hin gavan li dijî wê bavêjin. Îran, Iraq û Tirkiye ji pêşveçûna rewşê neçar in, rêkarên pêwîst digirin ber.”

Piştî civîna di navbera Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de rêkeftinên di warên aborî û xalên sînorî de îmze kirin. Derbarê naveroka civînê jî, konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Rûhanî pêwendiyên Tirkiye, Îranî û Rûsyayê ji bo başkirina rewşa Sûriyê bi girîngî zanî, ta bi hev re kar ji bo armancê bikin.

Serokomarê Tirkiyê jî, bêhtir li ser pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên di navbera her du welatan de axivî, bo di pêşerojê de bikarin bipêş bixin, ku dixwazin bazirganiya di navbera wan de bigihe 30 milyar Dolar.

Li ser pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê, Erdogan got: “Li referandûma Herêma Kurdistanê mukir nayin. Sînora me bi Herêma Kurdistanê re 350 K.M e, dipirsim ma berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo çi ew kar kirin, di demekê de sînorê wê bi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê re heye?”

Erdogan careke din Îsraîl bi pêwendiyên wê bi pirsa referandûma Herêma Kurdistanê re tuhmetbar kir û got: “Tenê Îsraîl piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike. Helwestên Tirkiye û Îranê di wî warî de diyar in û li wê referandûmê mukir nayin.”

Serokomarê Tirkiyê got jî: “Li hember gava Kurdistana Iraqê, Iraq û Îranê hin gav avêtine, di demên bê de jî gavên din jî dibin.”

K24
Top