• Friday, 20 February 2026
logo

Partiyên turkmen yên Kurdistanê: Tirkiye pêşiya hinartina petrola Kurdistanê nagire

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Partiyên turkmen yên Kurdistanê: Tirkiye pêşiya hinartina petrola Kurdistanê nagire
Partî û siyasetmedarên turkmen yên Kurdistanê dibêje, Tirkiye ti carî naxwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re qut bike çimkî pêwendiyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê ewqasî kûr in ku bi yek-du daxuyaniyan xirab nabin.

Serokê Partiya Bizava Demokratîk ya Turkmen, Kerxî Alti Parmax ji BasNewsê re got, xalên hevbeş yên Tirkiye û Kurdistanê gelek in, bi taybet di warê aborî û bazirganî de. Gelek şîrketên Tirkiyê li Kurdistanê kar dikin û li Tirkiyê jî gelek kes û alî dixwazin Tirkiye pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêztir bike. Ji ber ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye gef li ser Tirkiyê. Di salên borî de herî kêm salane bi qasî 6 milyar dolar bazirganî di navbera Kurdistan û Tirkiyê de hatiye kirin. Eger Tirkiye hewl bide ev rêje dê hîn zêdetir bibe.

Li ser îhtimala sekinandina hinartina petrola Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve jî, Kerxî Alti Parmax got, ez bawer nakim Tirkiye tiştekî wisa bike çimkî rayedarên Tirkiye didin xuyakirin ku hinartina petrola Kurdistanê bi sûda Tirkiyê ye.

Serokê Partiya Geşedanê ya Turkmen, Mihemed Îlxanî jî ji BasNewsê re got, pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê bihêz in, ji ber wê jî bi yek-du daxuyaniyan xirab nabin. Berjewendiyên Tirkiyê li Kurdistanê hene bi taybet di hinartina petrola Kurdistanê de. Ez bawer nakim Tirkiye gavekî li dijî Kurdistanê bavêje.

Serokê lîsteya Turkmenên Hewlêrê, Macid Bazirgan jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew tiştên ku Tirkiye niha li ser Kurdistanê dibêje ji tirsa partiyên nijadperest yên Tirkiyê ye. Ew fişarê li hikûmetê dikin. Tirkiye û Kurdistanê rêkeftinek 50 salî li ser petrolê îmze kirine vêca Tirkiye dê çawa pêşiya hinartina petrola Kurdistanê bigire. Ji ber wê jî ez bawer nakim ti arîşeyek di navbera Tirkiye û Kurdistanê de derkeve.

Basnews
Top