Serkirdeyekî şîe yê Iraqê: Ji ber Kurdistanê fişareka navdewletî ya mezin li ser Bexdayê heye
Serkirdeyê şîe û endamê hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê Casim Mihemed Ceifer ragihandiye ku fişareka navdewletî ya giran li ser Bexdayê heye, ji ber fermanên ku hikûmet û parlamentoya Iraqê ji ber xatirê referandoma serxwebûnê li dijî Kurdistanê dane.
Wî serkirdeyê şîe daye xuyakirin ku fişara navdewletî bo wê nîne ku Iraq encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê qebûl bike, lê bo wê ye ku ew ferman û biryarên ku li dijî Kurdistanê hatine dayîn, bên betalkirin.
Wî siyasetmedarê şîe ragihandiye ku Bexda naxwaze gelê Kurdistanê birçî bike û gotiye, tenê dixwaze wan kesan ceza bike ku biryara referandomê dane!
basnews
