• Friday, 20 February 2026
logo

George Bush: Talebanî ji bo azadiya gelê xwe xebat dikir

Gulan Media October 4, 2017 Nûçe
George Bush: Talebanî ji bo azadiya gelê xwe xebat dikir
Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush ji ber koça dawî ya Mam Celal hevxemiya xwe anî ziman û got: “Talebanî bêyî westiyan ji bo aştî û azadiya gelê xwe xebat dikir.”

Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush bi navê xwe û hevjîna xwe peyama sersaxiyê belav kir û got: “Ez û Laura bi bihîstina kıoça dayî ya serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî pir dilgiran bûn.”

Bush di peyama xwe de Mam Celal weke “dost” binav kir û got: “Talebanî bêyî westiyan ji bo aştî û azadiya gelê xwe xebat dikir.”

Celal Talebanî ji sala 2005ê heta 2014ê serokomarê Iraqê bû. George W. Bush jî di navbera salên 2001 û 2009ê de serokê Amerîkayê bû. Di vê heyamê de Talebanî û Bush çend carekê li Bexda û Washingtonê hevdîtin kirin.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî duh 3ê Cotmeha 2017ê li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, di sala 1933 de li gundê Kelkan li qontara Çiyayê Kosret ji dayik bû. Di salên 1950ê de dest bi kar û xebata siyasî kir û yek jî kesayetê herî bi bandor ê Kurdistan û herêmê bû.

Rudaw
Top