• Friday, 20 February 2026
logo

Mafê parlementeriyê ji Parlementereke HDPê hate standin

Gulan Media October 4, 2017 Nûçe
Mafê parlementeriyê ji Parlementereke HDPê hate standin
Mafê parlementeriyê ji destê Parlementera HDPê ya Sêrtê Besîme Koncayê hate standin.

Bi tuhemta bangeşeya PKKê kiriye, ji bo Parlementera HDPê ya Sêrtê Besîme Koncayê berî niha du sal û nîv cezaya zindanîkirinê hatibû dayîn.

Parlementoya Tirkiyeyê bi hinceta vê cezayê biryar da, parlementeriya Besîme Koncayê ji destê wê bistîne.

Bi vî awayî hejmara kursiyên HDPê yên li parlementoyê jî daket 54an. Berî niha jî mafê parlementeriya Fîgen Yuksekdag, Tugba Hezer Ozturk, Faysal Sarilyildiz ji destê wan hatibû standin.

K24
Top