Yekîtiya Zanayên Kurdistanê bersiva Ezherê dide
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê di daxuyaniya de daxwaz ji zanîngeha Ezherê kir, rêzê li vîna gelê Kurdistanê bigire û got ku, zanîngeha Ezherê xwe ji maf û rastiyê dûr xist û stemên li gelê Kurdistanê hatiye kirin nabîne. Gelê Kurdistanê bi rêjeyeke gelekî bilind û bi riyên aştiyane dang da serxwebûna Kurdistan.
Yekîtiya Zanayan rexne li helwesta zanîngeha Ezherê ya derbarê “Neviyên Selahedîn Eyûbî” de girt û got, zanîngeha Ezherê navê Kurd û Kurdistanê bikar neyîna û li cihê wê got “Herêma bakur”
Herwiha zanayên ola Îslamî sersamiya xwe ji girêdana serxwebûnê bi planên dagîkeriyê ve derbirî û got, zanîngeha Ezherê çavên xwe ji hemû zulm û stemên bi ser Kurd de hatine, girtine.
Di beşeke din ya daxuyniyê de hat, “Ereb kesên yekem bû ku Umeta Îslamî perçe kirine û 22 dewlet damizrandine. Çima hûn ji xwe re helal dikin û ji me re heram dikin.”
Duh Zanîngeha Ezherê di daxuyniyekê de referandûma serxwebûna Kurdistanê red kir û ew bi planên dagîrkeriyê ve girêda û daxwaz ji Iraqiyan kir ku li dijî wê plane rawestin.
K24
