• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Tirkiyê: Sedema serekî ji kirîzên Iraqê re Nûrî Malikî ye

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Wezîrê derve yê Tirkiyê: Sedema serekî ji kirîzên Iraqê re Nûrî Malikî ye
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand: "Beşekî mezin ji kirîzên niha li Iraqê, bi sedema encamên hukmê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî çêbûne."

Mewlûd Çawîşoglu diyar kir ku: "Desthelatdariya Nûrî Malikî sedema beşekî mezin ji kirîzên niha yên Iraqê ye, em naxwazin azarê li gelê Kurd bikin û heger hat û encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê hatin helweşandin, wê demê pêwendiyên me wê li gel Herêma Kurdistanê asayî bibin."

Ev bûn çend roj gefên Tirkiyê kêmbûne û berpirsên pile biklind yên wî welatî, li şûna zimanê gefan, bêtir bi zimanê çarekirina kêşeyan daxivin.

Li gel hemû pêşhatan, Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistanê di yekem civîna xwe de tekez kir ku"Encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê di bin te gefê de nayên hilweşandina."

K24
Top