• Friday, 20 February 2026
logo

Girtîna Demirtaş ya di girtigehê de ne yasayî ye

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Girtîna Demirtaş ya di girtigehê de ne yasayî ye
Parêzerên hevserokê Partîya demokratîka Gelan (HDP)ê Siheddîn Demirtaş li Amedê li holeke teybet li ser pevajû ya dadgehkirin wî daxuyanîyeke dan çapemenîyê.

Daxuyanî parêzerê Demirtaş Mahsunî Karaman xwend û got:”Di derheqê Demirtaş de 32 doz hene belê hej yêk jî ne hati ye encamdan lê hej di girtigehê de ye. Ev jî bê huquqi ye. Ji bo ku Demirtaş nêye dadgehkirin gelek astengiya derdixin. Heta niha demirtaş bi xwe beşdarî tu dozên xwe nebuye. An bi sistema tekniki ya rasterast an ji dixwazin destê wî destbend bikin Demirtaş jî wê ya qebul nake. Di sistema teknikî de jî dengê wî dibirin. Ji ber van astengîya Demirtaş naxweze beşdarî dozên xwe bibe dadgeh jî Demirtaş bi “te ne xwastiye tu bi axivî û te mafê xwe yê deng nekirinê bikaranî ye” gef dikin. Demirtaş tu carî ne xwestiye bê deng bimine, Ji xwe ji ber ku Demirtaş axivî ye niha di girtigehê deye. Him hukumet û him jî dadgeh na xwaze Demirtaş bi axivi. Herwiha ji bilî Demirtaş tu kes tune ku biryara zindankirinê ne hati dayin û eve 108 roje natî li ber dadgehê.”

Waar.tv
Top