Parlamentereka Iraqî daxwaza derxistina parlamenterên kurd ji Bexdayê dike
Parlamentera şîe ya Iraqê Mîsaq Hamidî daxwaz ji serokatiya parlamentoya Iraqê kiriye, parlamenterên kurd yên ku deng dane referandoma serxwebûna Kurdistanê, bên cezakirin.
Wê parlamentera Iraqî li ser curê cezakirinê jî gotiye, ez pêşniyar dikim serokatiya parlamentoyê nehêle ew parlamenter vegerin parlamentoyê û tevahiya fermanên ku ji aliyê parlamentoyê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatine dayîn, demildest pêk bên.
Eger daxwaza wê parlamentera Iraqî were pesendkirin, hinek ji parlamenterên kurd bi taybet parlamentera kurd Sirwe Ebdulwahîd nayên cezakirin ji ber ku ew bi eşkere li djî referandon û serxwebûna Kurdistanê ne.
Sirwe Ebdulwahîd herî dawî gotibû, eger Kurdistan bibe dewlet ezê li gel Iraqê bimînim.
Basnews
