• Friday, 20 February 2026
logo

Hewlêr û Enqere piştî referandumê

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Hewlêr û Enqere piştî referandumê
Wisa xuya ye ku piştî referanduma Kurdistanê, ji hemû welatan herî zêde Tirkiye şok bûye. Enqere wisa difikire ku dostê wê, bê pirs û bê şêwr li ser mijareke ku Tirkiye weke xeta sor dibîne, ji bo Dewleta Kurdistanê bi pêkanîna giştpirsiya serxwebûnê rabûye.

Ji gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim derdikeve holê ku heta kêliya dawî li bendê bûne ku dostê wan Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê giştpirsî pêk neyne. Lê belê weke ku ew li bendê bûn nebû, loma tund bûn û carinan ji sînorê axavtinê û daxuyaniyê jî derbas kirin.

Sedemên tundbûna Tirkiyê

1- Baweriya Erdogan ew e ku ji ber alîkariyên ku Enqere pêşkêşî Kurdistan kirine, diviyabû Hewlêr giştpirsî encam nedaba, qet nebe li ser daxwaza wan weke dostekî.
2- Siyaseta derve ya Tirkiyê di nav pirsgirêkan de ye, bi taybetî li gel Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, krîzeke kêmtir ji bo Tirkiyê baştir e. Baweriya Enqere ew e ku referanduma Kurdistanê rewşê li wan têk biriye û eger tund nebin pêwendiya wan li gel Îran û Iraqê dê têk biçe ku ew du cîranên giring ên bazirganî û siyasî ne.

3- Tirkiye û Îran ji hemû deman zêdetir niha nêzîkî hev in. Bi taybetî di mijara Sûriyê de herdû alî biryar dane li gel Rûsya pirsgirêka Sûriyê çareser bikin. Niha jî bi rêya pêkanîna herêmên bêpevçûn, karîne hinek aramî ji bo gelek deverên Sûriyê vegerînin. Enqere di vê demê de naxwaze navbera wê û Îranê xera bibe ku çavkaniya aramî û bazirganiyê ye ji bo berjewendiyên Enqere li herêmê.

4- Siyaseta Tirkiyê li Sûriyê şikest xwariye û niha naxwaze heman senaryoya şer li Iraqê biqewime bi milyonan awareyên din berê xwe bidin Tirkiyê. Li gor amarên herî dawî yên Enqerê, ji destpêka şerê Sûriyê heta niha xercê awareyên Sûriyê 30 milyar dolar li ser Tirkiyê ketiye.

5- Li Amerîka, Bexda, Tehran û hetanî di nav Tirkiyê de jî wêneyek heye, weke ku referanduma Kurdistanê beşek ji daxwaza Enqerê ye û bi firotina petrola Kurdistanê bi tena serê xwe, Erdogan rêya referandumê xweş kiriye. Niha Tirkiye dixwaze bi pêngav û daxuyaniyên tund, vê wêneyê dûr bixe.

6- Opozîsyona Tirkiyê weke Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) gelek tund in li ser mijara referandumê. Erdogan jî naxwaze gavek li pey wan be, bi taybetî ku di sala 2019an de hilbijartineke diyarker a dahatûyê heye.

Tirkiye dê çi ji dest bide?

1- Eger ev daxuyaniyên tund ên rayedarên Tirkiyê bibin kirdarî li dijî Herêma Kurdistanê, Tirkiye dê li herêmê yek ji hevpeymanên xwe yên giring ji dest bide ku ew jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Enqere baş dizane ku li Iraqê du bijarde hene; yan Kurd, yan grûpên Şîe yên bi ser Îranê.

2- Tirkiye wêneyeke wisa nîşan da, ku dikare di saetekê de helwesta xwe biguherîne û îro doste be, sibe jî dijmin. Ji ber vê yekê niha eger xelkê Kurdistanê beriya giştpirsî tenê nîvê wî nîgeran bû, niha Enqere wisa kir ku hemû nîgeran in û pirsyareke bi vî rengî derketiye holê; Gelo Tirkiye bi rastî dostê me ye?

3- Eger Enqere dilê Kurdên Iraqê bihêle, ev dê bi misogerî li Bakurê Kurdistanê bandorê bike û li gor zanyarî û daxuyaniyên bo Rûdawê, Kurdên AK Partî gelek nîgeran in ji tundiya Erdogan û Yildirim a li ser referandumê. Eger bi vî awayî berdewam be, ew dengên ku di referanduma serokatiyê de ji Erdogan re hatin, dê bi hêsanî neyên.

4- Gelo dê çi bikeve destê Tirkiyê ji Bexdayeke ku generalekî îranî dikare biryarên wê yên siyasî biguherîne? Amerîka bi milyaran dolar ji bo Bexda û bingeha artêşa wê xerc kirin, niha nikare biryarekê bi Bexda bide derxistin ku li dijî berjewendiya Îranê be. Enqere bi çi xeyalan vî karî dike?

5- Gelo haya Enqerê ji siyaseta xwe ya Iraqê heye? Rojekê Erdogan ji Heşda Şeibî re dibêje terorîst, rojeke din jî Balyozê Tirkiyê li gel serkirdeyên wê grûpê wêne dikşîne. Ma Tirkiye nizane bi her nêzîkbûneke li Bexdayê, beriya Kurdan, dê Erebên Sunî yên vî welatî winda bike? Tirkiye propagandaya wê yekê dikir ku li dijî pawanxwaziya şîe ye. Lê niha li Iraqê li cebheya Deiwe, Tehran û Heşda Şeibî ye.

6- Tevî hemû van pêngavên Enqerê li gel Bexdayê û hemû pêwendiya telefonî ji Yildirim bo Ebadî û manewrayên leşkerî yên hevbeş, hêj jî Serokwezîrê Iraqê dibêje, ku pirsgirêkên wan li gel Enqerê hene.

Divê Tirkiye çi bike?

Divê Tirkiye bizane ku Herêma Kurdistanê dostê wê yê yekane ye ku dikare li Iraqê pê re serederî bike. Ev dostaniya Hewlêr û AK Partiyê jî, ji bilî qada bazirganiyê, li qada siyasetê jî li Bakurê Kurdistanê aramî û gelek deng jê re anîne. Tundiya rayedarên Enqerê tenê xizmeta berjewendiyên Îranê dike. Eger bi vî awayî Tirkiye berdewam be û dorpêç û gefên xwe bi kirdarî bike, di dawiyê de dora sereke ya guhertinên nû dê bibe û di demekê de dê bimîne ku Bexda û Hewlêrê jî ji dest daye û weke aktoreke lawaz li Iraqê maye.

Hewlêr çi bike?

Nabe Hewlêr piştî referandumê dostaniya xwe li gel Enqere têk bibe û bersivdan û gefan bifikire. Em bixwazin û nexwazin, Tirkiye yekane deriyê me ye dema ku em dewlet bin yan jî weke niha Herêma Kurdistanê. Tirkiye niha dij be û tund be jî, biryara wêrekî ya Erdogan bo firotina petrola Kurdistanê bi serbixwe, rêya giştpirsiya Kurdistanê vekir. Tevî guvaşa mezin a Obama, Tehran û Bexda, ev biryara Tirkiyê divê ji aliyê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ve neyê jibîrkirin. Ew rêkevtina petrolê ya navbera Hewlêr û Enqerê tenê bazirganî nebû. Ji aliyê siyasî ve jî wateyeke wê ya mezin hebû ku dewletek li gel hikûmeta Herêmê îmze kir. Wê biryarê Kurd gihandine van rojan li Başûrê Kurdistanê.

Daxuyaniyên tund ên rayedarên Tirkiyê, gelek caran ji bo raya giştî ya Tirkiyê ne. Lê divê Herêma Kurdistanê her karî bike da ku pêwendî têk neçin û eger têk jî biçin demdirêj nebin.

Herêma Kurdistanê û Tirkiye baş dizanin ku herdû jî li herêmê dosteke weke herdûyan bi dest naxin, loma her arîşe bi zirara herdû aliyan dê bi dawî bibe.

Rudaw
Top