• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa Las Vegasê re ragehand

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa Las Vegasê re ragehand
Ajansa Reutersê ragehand ku, rêxistina DAIŞê êrişa çekdarî ya bajarê Las Vegas yê Amerîkayê ku, îro Duşemê pêkhatibû û tê de 50 kuştî û 200 birîndar bibiûn li xwe girt.

Li gor nûçeya ajansa Rutersê DAIŞê li ser malpera xwe êrişa çekdarî ya bajarê Las Vegas yê Amerîkayê ku, îro Duşemê pêkhatibûli xwe girt.

Îro, Duşemê dema festîfaleke mêzîkê li bajarê Las Vegas bi rêve diçû ahing rastî êrişa çekdarî ji aliyê kesekî hat û piştî wê ew kes ji aliyê polîsan ve hate kuştin, di encama êrîşê de 50 kes hatin kuştin û 200 jî birîndar bûn.

Polîsa Amerîka amaje bi wê kir, êrîşber ku ji xelkê Nivada ye hat kuştin. Got jî, lêkolînên bûyerê berdewam in.

Basnews
Top