Hejmara qurbaniyên hêrişa Amerîkayê 50 kuştî û 500 birîndar e
Li bajarê Las Vegas a Amerîkayê rojeke awarte tê jiyankirin. Li gazînoya Mandalay Bay Resort a bajarê Las Vegas a Amerîkayê, dema ku bi sedan kes ji bo festîvala mûzîkê kombibûn, kesekî çekdar li ser qata 32emîn a avahiyekê gulle reşande ser mirovan.
Berpirsê Polîsê bajêr Joseph Lambardo ragihand, ku êrîşkar hatiye bê bandor kirin. Lê ne got ka êrîşkar hatiye kuştin an jî bi saxî hatiye girtin.
Li gorî nûçeyên dawîn ên medyaya Amerîkayê, di encama êrîşê de herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest daye û 200 kes jî birîndar bûne.
Herwiha Lambardo da zanîn, ku 2 polîs jî birîndar bûne û rewşa yekî pir giran e.
Medyaya Amerîkayê ragihand, ku navê Stephen Paddock e. Li cihê bûyerê hê jî dengê teqînan tê. herwiha hate gotin, ku li deverên cuda yên Las Vegasê jî dengê gulleyan hatiye bihîstin.
Hêzên ewlekariyê li gelek cihan rê ji hatinçûnê re birîn.
Rudaw
