• Friday, 20 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Xewna me ya serxwebûnê hat cîh

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Xewna me ya serxwebûnê hat cîh
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di merasima destpêkirina werza nû ya xwendinê de got, xewna me ya serxwebûnê bicîh hat.

Îro danê li seranserî Herêma Kurdistana Iraqê werza nû ya xwendin û perwerdê dest pê kir. Li bajarê Kerkûkê jî bi merasimekê zengila xwendinê ji aliyê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat lêdan.

Piştî lêdana zengilê, Necmedîn Kerîm daxuyaniyek da û got, bi saya şehîdên me Kerkûk aram e û mîna deverên din yên Kurdistanê werza xwendinê li vir jî dest pê kir.

Necmedîn Kerîm behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, em di demekî de dest bi werza nû ya xwendinê dikin ku hefteya borî Kerkûkî jî mîna Kurdistaniyên din çûn ser sindoqan û deng dan serxwebûna Kurdistanê. Serxwebûna xewna me bû ew jî bicîh hat.

Parêzgarê Kerkûkê da zanîn ku dê 6 mektebên din yên kurdî li Kerkûkê vekin û got, emê gavên ciddî di warê perwerdê de bavêjin.

Basnews
Top