Hêmin Hewramî hişyarî da Tirkiye û Îranê: Dê ji Kurdistanê zêdetir zerer bikin
Şêwirmendê Barzanî, Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya facebookê şiroveyek bi navê “Referandoma Kurdistanê, Tirkiye û Îran û Pîvanên Qazanc û Ziyanê” belav kiriye.
Hewramî amaje bi tehdîd û gefên welatên derdora bi taybet gefên Îran û Tirkiyê li dijî Kurdistanê kiriye û gotiye, divê ew welat bizanin ku her gavekê li dijî Kurdistanê bavêjin dê ji Kurdistanê zêdetir zerer bikin ji ber ku ew sûda ku ew li Kurdistanê dibînin gelekî ji wê sûda ku Kurdistan ji wan dibîne, zêdetir e.
Hêmin Hewramî her wiha gotiye, peyama serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê, hem beriya referandomê hem piştî referandomê, ew bûye ku em siyaseta xwe ya derve li ser bingehên cîrantiya baş, destwernedan di karûbarên hev de, berçavgirtina pîvanên qanûnî yên navdewletî bo parastina sînoran, çêkirina baştirîn pira aborî, bazirganî, siyasî, çandî û hemahengî di nehîştina gefên hevbeş de ava bikin.
Şêwirmendê Barzanî diyar kiriye ku pêwîst nake Îran û Tirkiyê ji serxwebûna Kurdistanê bitirsin çimkî di heyama salên borî de sînorên Kurdistanê bi wan welatan re aramtirîn sînor bûne û gotiye, Kurdistan bo wan welatan bazareke mezin ya bazirganiyê ye jî, eger welatên han her gavekê li dijî Kurdistanê bavêjin dê bi milyonan welatiyên wan bêkar bimînin.
Basnews
