Serokê Firensayê gerentîya piştgirîya referandomê bi Barzanî daye
Rojnameya Elexbar ya Lobnanî di babetekî da li 4î meha kanûna duyê ya îsal da behsa seredana Franiswa Oland serokê berê yê Firensayê ji bo Herêma Kurdistanê kirîye û Bêrnard Hênrî Lîvî feylesofê Firensî li wî demî ji bo rojnameya navhatî diyar kirîye; Firaniswa Oland piştgirê serekî bû ku Pêşmerge pişikdarî piroseya rizgarkirina Mûslê bibe û herwisa piştgirê hemû gavên Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Hênrî Lîvî li wî demî eşkera jî kirîye; Helwestê Firensa derbarey referandoma serxwebûna Kurdistanê erênî ye û serokê Firensa gerentîya piştgiriyê bi Mes’ûd Barzan daye
Li demê belavbûna vî nûçey jivanê serxwebûna referandoma serxwebûna Kurdistanê hêj nehatibû diyarkirin û operasyona rizgarkirina Mûslê di qûnaxên yekê dabû.
Waar.tv
