Bersîvek ji bo Wezîrê Derveyê Amerîka
Referandûm li gor yasayên Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bangewazî ji bo wê hate kirin û Parlemena Kurdistanê jî pejirand. Ev prose li gor çendîn birgeyên destûra Iraqê rê pê hatiye dayîn. Referandûm derfet ji bo gelê Kurdistanê rexsand heta ku mafê çarenivîsa xwe piyade bikin her wekî ku li mîsaqa Neteweyên Yekgirtî û dû rêkeftinnameyên navdewletiyên peywendîdar da jî hatiye.
Ji bilî pêzanînên me yên ji bo bangehêşta Wîlayetên Yekgirtî ya ji bo bersîvdana netundiyên referandûmê, lê belê ne Amerîka û ne çi welatekî din rê li muameleya nedestûrî û neyasayî ya Bexda li gel Kurdistanê negirt, ku di dema pejirandina destûr li 2005 ve berdewame.
Hêvîdarîn li rojên pêş da, Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka pêdaçûnê bi helwesta xwe de bike û bi germî piştevaniya daxwazên şer'iyên gelê Herêma Kurdistanê bike û li danûstandina aştiyaneya di navbera Hewlêr û Bexda de beşdar bibe.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01.10.2017
