Rêberê Sunneyên Îranê: Helwêsta Îranê hemberê Kurdistanê dijminane ye
Ebdilhemid destnîşankir, ku helwêsta Îranê aloziyên nû di herêmê de peyda dike û bangewazî li Komara Islamî kir, dev ji vê siyaseta xwe berde.
Herweha ji Bexdayê xwest, bi xeletiyên xwe re berbiçav were, dev ji zimanê gefê berde yê ku dijminahiyê berferehtir dike. Ev yek jî wekî metirsiyek ji bo Iraqê û tevayya herêmê wesfkir.
Ebdilhemîd bangewaza diyalogê ji Hewlêr û Bexdayê kir, û her kiryarek dijî Hewlêrê bi xerabiya rewşê binavkir.
K24
