• Friday, 20 February 2026
logo

‘Ebadî: Rê nadeyîn êriş li ser Herêmê bên kirin

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
‘Ebadî: Rê nadeyîn êriş li ser Herêmê bên kirin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek ji welatiyên Kurdistanê re şand û soz da wan ku “dê wan li dijî her êrîşekê biparêze”.

Ebadî di peyama xwe de wiha got: Ji welatiyên me yên li Kurdistanê: Wek em çawa hemû iraqiyan diparêzin, em ê welatiyên xwe yên kurd jî biparêzin û nehêlin ti êrîş li ser wan çêbibe.

​Herwiha serwezîrê iraqî wiha dewam kir: “Hûn welatiyên pileya yekem in…em ê rê nedinê ku ziyan bigihêje we û em dê pariyê nanê xwe bi we re parve bikin.”

Lê ev gotinên ‘Ebadî di demekê dane ku çend sale hikumeta ‘Eebadî û berîya wî jî hikumeta Melkî budce û mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê birîye û niha jî hewl dide dûrpêça abûrî bihemî rengekê biser Herêma Kurdistanê da bisepîne.

Waar.tv
Top