Mesîhiyên Kurdistan û Iraqê: Em piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikinFeatured
Îro li taxa Enkawe ya Hewlêrê, nûnerên tevahiya mesîhiyên Kurdistan û Iraqê (kildanî, aşûrî, siryanî û ermenî) li ser rewşa mesîhiyan û referandoma serxwebûna Kurdistanê civiyan.
Konferans qasekî beriya niha xilas bû û daxuyaniya wê jî ji aliyê parlamentera Kurdistanê û nûnera mesîhiyan li parlamentoya Kurdistanê, Wehîde Yaqo ve hat xwandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevahiya mesîhiyên Kurdistanê û deşta Neynewa û deverên din yên Iraqê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û daxwaz dikin ku her kes hurmeta wê îradeyê bigire.
Nûnerên mesîhiyan her wiha nerazîbûna xwe li hember fermanên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê jî nîşan dan û gotin, ew qebûl nakin Bexda û parlamentoya Bexdayê ji bikaranîna mafê çarenivîsê ku mafekî rewa û gerdûnî ye, gelê Kurdistanê ceza bikin.
Mesîhiyan anîn ziman ku ji ber siyaseta mezhebî ya Bexdayê bû ku ji sala 2003 ve heta niha 1700 dêr û perestgehên mesîhiyan li Iraqê ziyan dîtine û gotin, bi hatina DAIŞê de bi hezaran pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn û bi hikmeta serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê, mesîhî hatin parastin.
Nûnerên mesîhiyan di dawiyê de bang li civaka navdewletî kirin hurmeta îradeya gelê Kurdistanê bigirin û piştevaniya wan bikin û gotin, mesîhiyan bi rêjeya zêdetirî %87 di referandomê de dengê “erê” dan serxwebûna Kurdistanê ji ber ku Kurdistan her dem çavkaniya aştî û pêkvejiyanê bûye bo mesîhiyan.
Basnews
