• Friday, 20 February 2026
logo

Bi sed hezaran şîe beşdarê Matemîna Aşûra dibin

Gulan Media October 1, 2017 Nûçe
Bi sed hezaran şîe beşdarê Matemîna Aşûra dibin
Bi sed hezaran kesên ji mezheba şîe, li navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê beşdarî rêwresma Aşûra dibin û qetilkirina Îmam Husênê kurê Hz Elî bibîr tînin.



Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqîn, Kerkûk û Necefê rêwresma Aşûrayê bişopînin.



Li gorî gotina peyamnêrên me, bi sed hezaran şîe li Kerkûk, Xaneqîn, Necef, Kerbela, Bexda û Besrayê rijane kolanan û şîna kuştina Îmam Husên digrin.



Bi tevê şîeyan, sunne û herwiha kakeyî jî bi tevê ereb, kurd û tirkmenan beşdarî şîngirtinê dibin û serdanê Husêniyan dikin.












Di vê rojê de xwarin tên çêkirin û bi ser ziyaretkaran de tê parvekirin.



Ji bo rêwresmên Aşûra, li her derê tedbîrên ewlekariyê hatine şidandin. Hevdem tîmên tendurustiyê jî ji bo hemû egeran amadebaşiyê de dimînin.




Rudaw
Top