• Friday, 20 February 2026
logo

Perlemana Kurdistanê tevahiya biryarên hikûmet û perlemana Iraqê red kir

Gulan Media October 1, 2017 Nûçe
Perlemana Kurdistanê tevahiya biryarên hikûmet û perlemana Iraqê red kir
Perlemana Kurdistanê, tevahiya biryarên hikûmet û perlemana Iraqê, li dijî Herêma Kurdistanê red kir û ragihand, ew biryar ne destûrî û ne yasayî ne.

Hevdem Perlemana Kurdistanê pîrozbahiya serketina piroseya referanduma serxwebûnê, li tevahiya gelê Kurdistanê kir û ragihand, serxwebûna Kurdistanê gefê li ser welatên navçeyê çênake.

Derbarê encamdana referanduma serxwebûnê, perlemana Kurdistanê ragihand, ew biryar li ser bingeha rêsaya mafê çarenivîsê, ku rêsayeke berferman e li ser astê navdewletî, bi awayekî ku ne ji mafê ti dewletekê ye li dijî wê rêsayê raweste.

Tevahiya biryarên Perlemana Kurdistanê wek pakêcekê ji aliyê serokatiya perleman ve, hat danîn ber dengdanê û bi piraniya dengên 62 perlemanteran hat pesendkirin.

K24
Top