Serok Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniya Brîtanya wergirt
Li beşekî dinê nameyê da Wezîrê Berevaniya Brîtanya pesnê gelê Kurdistanê kiriye ku li bereya pêş ya şerê terorê de bûne û hezaran şehîd û qurbaniyan li vê şerê de dane û destxweşî jî kir ku ji bilî hebûna şer û kêşeya mezina hevsengiyê li hukimraniya Kurdistanê berçav girtine.
Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya li beşekî dinê nameya xwe de ji bo Serok Barzanî nivîsiye: "Niha ku referandûm hatiye encamdan daxwazê ji we dikim ku dest bi guftûgoyekî bingehîn bikin li gel Bexda û cîranan heta kû ji bo hemû aliyek û bi awayeke rêk û pêk û hêminane bigihin çareseriyeke guncaw".
Wezîrê Berevaniya Brîtanya li dawiya nameya xwe de teşwîq û hana Serok Barzanî dide ku berdewam bin li şerê Da'îş bi cûreyek ku rê nedin dûberekî bikevê di navbera Kurdistan û Iraqiyan li şerê dijî terorê û navçeyên azadkiriyan bi hêminî û aramî bimînin.
