Serkirdeyê CDU: Pîroziya referendûma serxwebûnê dikim
Di daxûyaniya xwe de Dombrowski bala raya giştî dikşîne ku, hêvîdar e proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê bi erênî encam bide.
Dombrowski di daxûyaniya xwe de diyar dike:
Hevalên kurdên hêja,
Ez ji hemû welatiyên herêma Kurdistanê û yên beşdarî referandomê bûn pîroz dikim bo vê prosesa demokratîk. Heman demê hêvîdarim hemû pirsgirêk bi aştiyane bêne çareser kirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ew projeya we bigihe encamê. Hêvîdar im welatên derve mudaxeyên xirab nekin û destwerdanê jî nekin. Li Iraq û Kurdistanê hemû taîfe, mezheb û netewe û ayin hene .Ez li ser rewşa penaberan ditirsim. Hêvîdarim ew bi selametiyê bin û ev yek bêtir dikeve stûyê Bexdayê de.
Dubare vê referandoma demokrat li we pîroz dikim, ku her tişt bi aştî derbas bibe û spasiya we dikim. Herweha pêşerojek xweş bo we dixwazim.
K24
