• Friday, 20 February 2026
logo

Keç û xortên çar parçeyên Kurdistanê mizginiya Dewleta Kurdistanê dan Barzaniyê nemir

Gulan Media September 30, 2017 Nûçe
Keç û xortên çar parçeyên Kurdistanê mizginiya Dewleta Kurdistanê dan Barzaniyê nemir
Komek keç û xortên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê çûn ser qebra Mela Mistefa Barzanî û mizginiya çêbûna dewleta Kurdistanê dan Barzaniyê nemir.

Duh bi dehan keç û xortên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê çûn ser qebra Mela Mistefa Barzanî li devera Barzan û ji aliyê nûnerê Serok Barzanî, Şêx Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Wan keç û xortan bi awayekî sembolîk referandoma serxwebûnê encam dan, paşê bi hildana pankartên ku li ser “Dewleta Kurdistanê” hatibû nivîsandin, bilindkirin û mizginiya Dewleta Kurdistanê dan Barzaniyê nemir.

Basnews
Top