• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Fransa bang li Barzanî û Ebadî kiriye li Parîsê hevdîtin bikin

Gulan Media September 30, 2017 Nûçe
Serokê Fransa bang li Barzanî û Ebadî kiriye li Parîsê hevdîtin bikin
Fransa li ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniyek belav kir û ji Bexdayê xwast mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Koşka Êlîzê (Elysees) duh di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokê Fransa Emanuel Macron, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî agahdar kiriye, ku pêwîst e Bexda xwe ji pêşxistina aloziyan dûr bigire.”

Li gorî daxuyaniyê, Macron her wiha gotiye, “Divê Bexda îtirafê bi mafên gelê Kurd bike.”

Macron daxwaz li Ebadî kiriye, ku roja pênşemiya dahatî (5ê Cotmeha 2017ê) serdana Fransa bike.

Serokê Fransayê herwiha pêşniyar kiriye ku Parîs alîkariya Iraqê bike da ku ti aloziyek di navbera Bexda û Hewlêrê de çênebe.

Fîlozofê Fransî û destê gelê kurd Bêrnard Hanrî Lêvî jî ragihandibû ku serokê Fransa bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye da ku li Parîsê û bi navbeynkariya Fransa li hev bicivin û li ser kirîza referandomê gotûbêj bikin.

Lêvî her wiha gotibû, Barzanî amadehiya xwe nîşan daye lê hîn Ebadî tiştek negotiye.

Basnews
Top