• Friday, 20 February 2026
logo

Nivîsîngeha ‘Ebadî: ziyanê nagehînîn welatîyên Herêmê

Gulan Media September 30, 2017 Nûçe
Nivîsîngeha ‘Ebadî: ziyanê nagehînîn welatîyên Herêmê
Nivîsîngeha serokwezîrên Îraqê ragihand: kontirolkirin û dest bi serdagirtina hemî dergehên hişkanî û esmanîyên Herêmê ji alîyê hikumeta navendî ve bi merema birsîkirin û dûrpêçkirina welatîyên Herêma Kurdistanê nîne.
Nivsîngeha ragihandina Heyder ‘Ebadî ragihand: Her rêkareka bigirin ber, berjewendên gelê kurd li berçav tên wergirtin. Kontirolkirin û dest bi ser dagirtina hikumeta navendî bi ser hemî dergehên hişkanî û asmanî yên Herêmê bi mebesta birsîkirin û dûrpêça welatyên Herêmê nîne, belku ji bo hindêne hemî kelûpelên di derîyên sinorî da tên bikevn di bin çavdêrîya sazîyên hikumeta fidral.
Da zanîn jî: Geştên esmanî nehatîne ragirtin, her demê Firokxaneyên Herêmê zivrîn di bin desthelata hikumeta navendî, geştên nêvdewletî jî dê destipêbiken.
Di ragihandinê da hatîye jî: Ew rêkarên girtîne ber bi çu rengekî ne ji bo sizadana welatîyên Kurdistanê ne, belku rêkarek yasayî û destûrîne. Civata wezîrên Îraqê ji bo berijwendlya giştî û berijwenda xelkê Kurdistanê û deverên dîtir ew rêkare girtîne ber.

Waar.tv
Top