• Friday, 20 February 2026
logo

REFERANDUM - Netewên Yekbûyî: Em daxwaza aramkirina rewşê dikin

Gulan Media September 30, 2017 Nûçe
REFERANDUM - Netewên Yekbûyî: Em daxwaza aramkirina rewşê dikin
Berdevkê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê rola wê rêxistina navdewletî piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, ew dê alîkariya hemû aliyan bikin û tekez kir, ku nûneratiya NY li Iraqê dixwaze baştirîn mifayê bgihîne gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistanê.

Stephane Dujarric di bersiva pirsyara Rûdawê ya derbarê rola Netewên Yekbûyî piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de got, ku ew dê berdewam bin li ser karkirina xwe di hemû waran de û bi diyarkirî jî li ser karûbarên mirovî, pêşhatên têkildarî mafên mirov û nîgeraniyên siyasî jî li ser karê xwe berdewam bin.

Dujarric got: “Çend pirsyar derbarê rola Netewên Yekbûyî piştî referanduma ku roja duşemiyê hatiye kirin, li me hatine kirin, ez dikarim bêjime te ku em herdem alîkariyê pêşkêşî hemû aliyan dikin, eger ku ew daxwaza alîkariyê li me bikin. Şanda alîkariyê ya Netewên Yekbûyî li Iraqê dixwaze baştirîn mifayê bigihîne gelê Iraqê, ku gelê Kurdistana Iraqê jî li xwe digire. Ji ber vê em dê berdewam bin li ser karkirina xwe di hemû waran de, bi diyarkirî jî li ser karûbarên mirovî, pêşkektinên mafên mirov û nîgeraniyên siyasî. Jan Kubis, Şanderê Taybetê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî yê li Iraqê di civêna duh a li gel Wezîrê Derve yê Iraqê de ev babet piştrast kiriye û herwiha berdewambûna pêwendiyên li gel serkirdeyan li Bexdayê û Hewlêrê, ku têde ew jî ragihand, ku bo pêşkêşkirina wan alîkariyan amade ye, eger ku ji her aliyek ji wan du aliyan ve daxwaz jê hat kirin.”

Berdevkê Netewên Yekbûyî herwiha helwesta her du aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bo parastina gelê Iraqê û gelê Kurdistanê bilind nirxand û diyar kir, ku weke Netewên Yekbûyî ew li gel aramkirina rewşê ne.

Stephane Dujarric tekez kir:

“Em rêzê li yekbûn, serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê digirin, li ser vê bingehê jî em bi tevahî bala me li ser rêkarên hikûmeta Iraqê ye, herwiha em soza hikûmeta Iraqê û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin, bi encamdana yak u di şiyana wan de heye ji bo parastina gelê Iraqê, tevî wan ku li Herêma Kurdistanê ne, bi mebesta parastina berjewendiya xelkê û rêgirtin ji her cure zêdebûneke tundûtîj bo ser xweşderbaskirina wan. Herwiha em dizanin, ku her du alî daxwaza aramiyê û liserxwebûnê dikin. Em jî li gel wan in.”

Rudaw
Top