Tirkiye girêdayî serxwebûna Kurdistanê ji nêzîkahiya Amerika dilgiran e
Muftuoglu liser nêzîkahiya Amerîka ku, helwêsta Tirkiye hemberî referendûma serxwebûna Kurdistanê êrîşkar e, bersîva Amerika da.
Ligor Muftuoglu “helwêsta Tirkiye liser bîngehê, girêdayî aramiya Iraqê, serdestiya Destûra Iraqê û dadweriya navneteweyî ye. Helwêstek prensîbî ye. Di vê ast a li Iraqê rûdayî de, parastina yekparçeyiya xaka Iraqê ye. Civata navneteweyî jî dive dudiliyê nîşan nake”.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerika Heather Nauert, liser helwêsta Tirkiye girêdayî referendûma serxwebûna Kurdistanê gotibû “daxûyaniyên Tirkiye wekî gefxarinê ne, lê zimanek çawa dive bê bikaranîn ez naxwazim nirxandinê bikim”.
Şîrovevanan daxûyaniya Nauert wekî rexneyek hemberî siyaseta Tirkiye nirxandibû.
K24
