Serokê Iraqê: Cudabûn nedestûrî ye
Fûad Meisûm got:"Firokevanî di bin rênmayên firokevaniya medenî de ye û ew fermanberên li xalên sînorî ne, ser bi wezaretên pêwendîdar ve ne û mûçeyên xwe ji hikûmeta îtîhadî werdigirin, nek ji cihekî din".
Derbarê bizavên hikûmeta Iraqê li gel welatên cîran ji bo xelkê Kurdistan siza bidin, Serokê Iraqê dibêje: "Karekî şaş e mirov ji bo gefê li xelkê welatê xwe bike, destê xwe bixe destê welatên cîran, di baweriya min de pena birin ji bo welatên din karekî metirsîdar e".
K24
