Ermînya: Em ji Bexda û Hewlêrê dixwazin ji tundiyê dûr bikevin
Wezîrê derve yê Ermînya Edward Nalbandian ragihand, welatê wî bi hûrî çavdêriya rewşa dawî ya referanduma Kurdistanê dike û dixwaze Bexda û Hewlêr xwe dûrî tundiyê bikin û rê li ber diyalogê vekin daku arîşeyan çareser bikin.
Wezareta derve ya Ermînya jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Hejmarek ji siyasetvanên Ermînya beşdarî di piroseya çavdêriya referanduma Kurdistanê de kirin."
Ji aliyekî din ve herdu perlemanterên Ermînya Kinyaz Hesenov û Rustem Mehmûdyan piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê re tekez kirin.
Rudaw
