Serok Barzanî pêşwaziya Kosret Resul Elî kir
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê û helwesta Bexda û welatên dewruber li beranber referandûmê û biryara gelê Kurdistanê nirxandin.
Her wiha biryara gelê Kurdistanê li referandûmê roja 25.09.2017 û beşdariya berfireh ya cemawerê Kurdistanê û çîn û tuwêj û pêkhatan li wê referandûmê de bilind nirxandin û bi dîrokî wesif kirin.
Her li vê civînê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rol û hewlên berdewamiyên birêz Kosret Resûl Elî ya li serxistina proseya referandûmê bi taybet li Kerkûkê hebû û spas û destxweşiyê jî lê kir.
