Serok Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi navê xwe û gelê Kurd li Sûriye pîrozbahiya serkeftina referandûmê û belê ji bo serxwebûnê li Serok Barzanî kir û bi rojekî dîrokî li dîroka gelê Kurdistaniyan dane zanîn ku bûye sedema şadî û xweşhaliya Kurdên hemû perçeyan.
Li beranber da Serok Barzanî spasî palpiştiya gelê Kurd li Sûriye û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir û ragihand piştevaniya we ya ji bo xelkê Kurdistanê cihê dilgermiya me bû.
Di derbarê helwest û karvedanên Bexda li beranber dengê rewa ya gelê Kurdistanê de, Serok Barzanî wê yekê xisterû ku karvedanên li beranber dengê rewa û aştiyaneya gelê Kurdistanê, rastî û kerba dilê wan kesan jî derxist ku dijî mafên xelkê Kurdistanin û zimanê gefê bikartînin û derxist ku em çendî li ser heqê buyîn û biryara referandûm jî çendî biryarekî rast û rewa bûye.
