Wezîrekî berê yê Urdinê: Eger destê Îranê li Iraqê kurt nebe sunnî jî dê mîna kurdan ji Iraqê veqetin!
Nivîskar û siyasetmedarê ereb yê Urdinî, Salih Qelab di şiroveyekê de, ku di rojnameya Şerqul Ewset de hatiye belavkirin, li ser referandom û serxwebûna Kurdistana Iraqê gotiye, beriya ku rêjîma Beis ya Iraqê jî hilweşe hatibû pêşbînîkirin ku Iraq dê bibe sê dewlet; dewleta kurdan, dewleta şîeyan û ya sunniyan.
Salih Qelab li ser dewleta Kurdistanê gotiye, gelê Kurdistana Iraqê gelek nexweşî û zilm dîtine ji ber wê jî neçar mane “rêya zehmet” ya serxwebûnê hilbijêrin.
Qelab, ku heyamekî wezîrê hikûmeta Urdinê bû, daye xuyakirin ku eger pêşiya zêdegaviyên Îranê li Iraqê neyê girtin wê çaxê erebên sunnî yên Iraqê jî dê mîna gelê Kurdistanê daxwaza serxwebûnê bikin.
Wî siyasetmedarê ereb ragihandiye, ew zilma ku şîeyan di heyama çend salên borî de anîne serê sunniyan di dîrokê de mînaka wan nîne û gotiye, bila rayedarên şîe bizanin eger destê Îranê li Iraqê kurt nekin wê çaxê bila fatiha Iraqê bixwînin!
Salih Qelab daxwaz ji gelê Kurdistanê kiriye, piştî ku ji Iraqê veqetiyan bila bi yekcarî ji Iraqê dûr nekevin û mîna Tirkiye û Îranê li Iraqê nenêrin.
Basnews
