• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentera Gorranê, Sirwe Ebdulwahîd: Eger Kurdistan bû dewlet ezê ligel Iraqê bimînim

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Parlamentera Gorranê, Sirwe Ebdulwahîd: Eger Kurdistan bû dewlet ezê ligel Iraqê bimînim
Parlamentera Gorranê li parlamentoya Iraqê û xûşka serokê eniya “na” ya li dijî serxwebûna Kurdistanê, Sirwe Ebdulwahîd dibêje, eger Kurdistanê serxwebûn ragihand ezê ligel Iraqê bimînim.

Sirwe Ebdulwahîd, ku xûşka serokê eniya “na” ya dijî serxwebûna Kurdistanê Şasiwar Ebdulwahîd e jî, duh bi şev di bernameya “Munawere” ya televîzyona “Dîcle” ya Iraqê de dijberiya xwe bo serxwebûna Kurdistanê dubare kir û got, eger Kurdistan bibe dewleteka serbixwe ezê ligel Iraqê bimînim.

Sirwe Ebdulwahîd, neyareka tund ya serxwebûna Kurdistanê û gelekî nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ye.

Birayê wê jî di referandoma serxwebûna Kurdistanê de serokatiya eniya “na” dikir lê derbek giran xwar çimkî di referandomê de gelê Kurdistanê bi rêjya zêdetirî %92 dengê “erê” dan serxwebûna Kurdistanê.

Basnews
Top