• Friday, 20 February 2026
logo

Dewleta Qerebaxê serxwebûna Kurdistanê nas kir

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Dewleta Qerebaxê serxwebûna Kurdistanê nas kir
Dewleta Qerebaxê piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand.

Wezareta Derve ya Qerebaxê ragihandiye, Qerebax piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê dike û serxwebûnê jî mafê gelê Kurdistanê dibîne.

Wezareta Derve ya Qerebaxê her wiha diyar kiriye ku piştevaniya dewleta Kurdistanê dike û ragihandiye, Qerebax hêvîdar e Kurdistan bi awayekî aştiyane ji Iraqê cihê bibe.

Qerebax piştî rûxana Yekitiya Sovyetê serxwebûna xwe ragihand. Qerebax navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye û piraniya xelkê Qerebaxê jî ermenî ne.

Basnews
Top