• Friday, 20 February 2026
logo

Li Hemdaniye çekdarên Heşdî Şeibî sivikayî bi 8 jinên mesîhî kirin!

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Li Hemdaniye çekdarên Heşdî Şeibî sivikayî bi 8 jinên mesîhî kirin!
Çekdarên Heşdî Şeibî daxwaz li hejmarek jinên mesîhî dikin, bibin mislimanên şîe û piştre jî sivikayî bi wan dikin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyek agahdar ê li wî sînorî bidest xistiye, îro 27.09.2017ê çekdarên Heşdî Şeibî li rawestgehek sînorî yê bajarokê Hemdaniye 8 jinên karmendên nexwaşxaneya Hemdaniye de kar dikin ku hemû jî ola wan mesîhî ne.

Heman çavkaniyê aşkera kir, çekdarên Heşdî Şeibî daxwaz li wan jinên mesîhî kirine bibin mislimanên şîe û piştî ku ew jin ti bersivekê nadin wan, sivikayiyê li wan dikin û gotinên nexwaş ji wan re dibêjin.

Heman çavkaniyê got, rojane li wî sînorî çekdarên Heşdî Şeibî bêrêzî û sivikayiyê bi mesîhiyan dikin û pirsgirêkan bo wan çêdikin.

Basnews
Top