• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî:Biryarên parlemantoya Iraqê îstifzazî ne û ne berpirsiyane bûn

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî:Biryarên  parlemantoya Iraqê îstifzazî ne û ne berpirsiyane bûn
Şêwirmendê encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, biryarên îro yên parlemantoya Iraqê gelekî îstifzazî û ne berpirsiyane bûn.

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet “Twitter” belav kir, ew biryarên parlemantoya Iraqê ne alîkar bûn ji bo destpêkirina guftûgoyê digel Bexdayê de. Di demekê de Kurdistan daxwaza guftûgoyan dike.

Herwiha nivîsiye: “Ev bîra ku li dijî xelkê Kurdistanê ye û herwiha ev daxuyanî û piştguhkirin bûn sedema birêvebirina referandûm.”

Nivîsî jî, hikûmeta Iraqê pêwîst e wê yekê bixzane ku redkirina guftûgoyên aştiyane, Kurdistanê zêdetir ji xwe dûr dixe.

basnews
Top