Nîjadperest Bahçeli dewleta xwe rexne kir!
Bahçeli daxûyaniyek dirêj belavkir, ku tê de bi giştî êrîşbarî, zimanek derveyî edeba siyasî bikar anî. Girêdayî rexneyên hemberê Dewleta Tirkiye bi xwe, di daxûyaniya xwe de balkişand ser van xalan: “Wêneyê li pêş me. Wêneyek dilgiran û dil êş e. Tirkiye diyar e derfetên xwe yên serbazî, aborî, siyasî û diplomasî naxe dewrê de, ev dilgiraniyek mezin ligel me peyda dike. Daxûyaniyên nezelal û tevlîhev ên birêvebirên dewletê piştgiriyê didin Barzanî, destê wî bihêz dikin! Herçend ku tê gotin: kiryarên aborî, destwerdana serbazî û bijardeyên din dê bên bikaranîn, tiştek nehatiye kirin. Ev cîhê mixabiniyê ye!”
K24
