• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî:Pêwîste cîhan rêzê ji daxwazên gel Kurdistanê re bigre

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî:Pêwîste cîhan rêzê ji daxwazên gel Kurdistanê re bigre
Duh Çarşemê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li grûpa gişt aliyên parlemantoya Brîtanya (APPG) de ku bi serokatiya Jack Lopresti kir.

Duh, Çarşemê 27.09.2017 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li grûpa gişt aliyên parlemantoya Brîtanya (APPG) de ku bi serokatiya Jack Lopresti kir, ku ji bo çavdêrîkirina li referandûma serxwebûnê hatibûn Kurdistanê, ragihand, pêwîst e cîhan rêzê li daxwaza gelê bigire, ku bi awayekî demokrasî ji cîhanê re ragihand.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan behsa birêveçûna proseya referandûma serxwebûna kir û amaje bi wê da, ew prose gelekî bi başî bi rê ve çû, di vegera xwe de hemû hewlên xwe li nava parlemantoyê didin. Di wê derbarê Lopresti ji bijî pîrozbahîkirina li gelê Kurdistanê, tekez li wê kir, ew wek brîtanya piştevaniyê li raya xelkê û mafê çarenivîsî ya gelan dikin û got: “Em gelek bi referandûmê xweşhal bûn.”

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî behsa gavên piştî referandûmê kir û daxwaz ji Şaneşîna Brîtanya û civaka navdewletî kir, ku rola xwe bigirin û hanê bi Iraqê bidin bi guftûgo û diyaloga avaker ligel Herêma Kurdistanê bikin û ji hewlestên îstîfzanî dûr bikeve ji bo aştî û aramiyê, ku daxwaza me û cîhana azad e û ragihand, gelê Kurdistanê mafê xwe yê sirûştî bikar anî, ku di bendên Netewên Yekgirtî de bicih bûne. Herwiha amaje bi wê da, pêwîst e civaka navdewletî fişarê li Iraqê bike, ji bo vê pirsê bi awayekî aştiyane yakalî bibe.

Di beşeke din de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir, pêwîst e cîhan rêzê li daxwaza gelê Kurdistanê bigire, ku bi awayekî demokrasî ji hemû cîhanê re ragihand.

Basnews
Top