• Friday, 20 February 2026
logo

Medya Swêdî: Kurdistanê ji serxwebûnê re got: Erê

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Medya Swêdî: Kurdistanê ji serxwebûnê re got: Erê
Medyaya swêdî referendûma serxwebûna Kurdistanê û encamên wê di rûpelên xwe yên yekem û wekî nûçeyên herî girîng pêşkeşî raya giştî ya Swêdê kir.

Di nûçeyan, herweha gotarên rojnamevanan de hesta germ a hilbijêrên Kurdistanê ji bo serxwebûnê tê ziman. Pîsporên Rojhilata Navîn liser dîroka têkoşîna başûrê Kurdistanê radiwestin û gelek nimûneyên pêwendiyên aloz di navbeyna Bexda û Hewlêrê de pêşkeşî xwendevanên xwe dikin.

Rojnameyên Svenska Dagbladet, Dagens Nyheter, Expressen, Aftonbladet, ku rojnameyên sereke yên Swêdê ne, bi rêya peyamnerên xwe yên taybet ên ku referendûma serxwebûnê li Kurdistanê şopandin agahdarî gihandin. Herweha pîspor û rojnamevanên şareza liser Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistanê çîriveyên xwe liser referendûma serxwebûnê nivîsandine. Li aliyek din, gelek rojnameyên herêmî yên Swêdê jî bi nûçeyên sereke referendûma serxwebûna Kurdistanê nirxandin.

Televizyona Swêdê (SVT), Kanala TV4, Radyoya Swêdê jî tîmên xwe yên taybet hinartibûne Kurdistanê û ji cîh ve serkeftina proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê gihandin gûhdar û temaşevanên xwe.

Bi giştî medyaya Swêdê bi nirxandinên erênî referendûma serxwebûna Kurdistanê û hesta germ a civata Kurdistanê dinirxîne.

Liser pêvajoya piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê jî, rewşa herêmê, helwêsta Kurdistanê û daxwaza Kurdistanê ya serxwebûnê tê nirxandin. Di rojnameya Svenska dagbladet de di gotara sereke ya rojnameyê de Per Gudmunsson dinivîse: Gava Kurdistan referendûma xwe ya serxwebûnê dike, dilxweşî tê hişê mirov. Herweha di gotarên din ên rojnameyê de tê gotin: Kurdistanê gotina xwe got, lê gef jî berdewam in, wekî nimûne jî helwêsta Tirkiye, Iran û Iraqê tê dan.

Di rojnameya Skanska Dagbladet de Oscar Schau dinivîse: Erê ji serxwebûna Kurdistanê re. Rojnameya Aftonbladet diyar dike: Kurdistan serxwebûna xwe dixwaze, lê milişyat gefê li Kurdistanê dikin, wekî nimûne jî Heşda Şabî tê diyar kirin. Helwêsta Tirkiye bi awayek nerênî tê nirxandin, ku gefan li Kurdistanê dike û ev yek jî wekî berferehkirina aloziyê tê nîşandan.

Di tevayiya medyayê de, wêne û raportên şahiyên Kurdistanê tên nîşandan.

K24
Top