Aborînasên Tirkiyê: Enqere dê helwesta xwe li gor welatên din diyar bike
Piştî giştpirsîya Başûrê Kurdistanê her çende weke rojên berê tund nebe jî lê gefên hikûmeta Tirkiyê û serokomarê wî welatî Erdogan jî berdewam in. Parlementerê berê yê AK Partiyê Faruk Unsal dibêje gef zêde ne lê di pratîkê de hikûmet nikare tiştekî zêde bike.
Faruk Unsal ji Rûdawê re diyar kir: “Amerîka bi aşkere nebe jî, lê bi şêweyekî din piştgiriya proseyê dike. Di meseleyekê de ku Amerîka bixwe bûye aliyekî meseleyê, destwerdaneke leşkerî ya Tirkiyê pir biaqilane nîne. Lê dema ku em li gefan dinêrin, em dikarin bêjin belkî îhtîmala amborgeyeke aborî hebe.”
Dema behsa peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê tê kirin herî zêde amaje bi mijarên bazirganî têne kirin. Pisporên aborî û bazirganiyê jî dibêjin Tirkiye dê helwesta xwe li gorî helwesta Îran û Rûsyayê aşkere bike.
Aborînas Mustafa Sonmez destnîşan kir: “Li gorî ditîna min him di mijara siyasî de hem jî di mijara aborî de Tirkiye eger bixwaze gavekê biavêje, dê çavê wê li helwesta di serî de Îranê û welatên bi hêz ên cihanî be. Tirkiye dê helwesta Amerîka û Rûsyayê jî bişopîne. Tirkiye di vê meselê de li gel welatên cihanî nakeve nav alozî û nakokiyan. Sedema gotin û gefên ku îro têne kirin jî ji bo siyaseta navxweyî ne.”
Piştî hemû gefên ku heta niha hatine kirin niha jî Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci dibêje behsa amborgoyê behseke xeter e û li aliyê din jî rojnameyên Tirkiyê jî roj bi roj zimanê xwe nerim dikin.
Rudaw
