Hikûmeta Herêma Kurdistan bersiva biryarên Bexdayê dide
Piştî ku referanduma serxwebûna Kurdistanê hat encamdan, hikûmeta Iraqê hejmarek biryar li dijî Herêma Kurdistan derxist û xwest ku xalên sînorî û firîngehan bexe bin kontrola "desthelata fîdralî", lê heya niha hikûmeta Herîma Kurdistanê bi fermî dawîn biryar li ser biryarên Perleman û hikumeta Iraqê nedaye û eger heye piştî civîna îro bi daxuyaniyekê bersiva Bexdayê bide.
Li gorî moleta hikûmeta Iraqê, heya êvara roja înê, heger Herêma Kurdistan desthelata firîngehan radestî desthelata "Fîdralî" neke, wê Bexdad geştên çûn û hatinê ji bo herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê rawestîne.
Pisporên yasa û destûrê didin xuyakirin ku biryarên Bexdayê siyasî ne û karvedaneke şaşe beramberî referandumê û ne ji desthelata hikûmeta Iraqê ye biryarên weha bicî bike, heya ku di Perlemana Kurdistanê de biryar li ser neyê dayin.
K24
