• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka bersiva Erdogan da: Daxuyaniyên derbarê herêma Kurdistanê de tene gef in!

Gulan Media September 28, 2017 Nûçe
Amerîka bersiva Erdogan da: Daxuyaniyên derbarê herêma Kurdistanê de tene gef in!
Berdevka wezareta derve ya Amerîka bersiva wan daxuyaniyên li hember herêma Kurdistanê da û ji serokomarê Tirkiyê re got, ew daxuyanî tene gef in.

Piştî serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan gefa daxistina boriya neftê ya Kurdistanê ku diçe Tirkiyê û birsî kirina xelkê Kurdistanê kir, berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragehand: ‘’Daxuyaniyên Erdogan tenê gef in’’ û diyar kir ew ne amadeye ku bersivê bide daxuyaniyên Erdogan.

Herwaha got Amerîka dixwaze asayîşa Iraqiyan biparêze û dijî tundiyê ye. Herwaha got dê Amerîka hevpeymaniya xwe li gel Hewlêr û Bexda jî berdewam bike.

Basnews
Top