HDPê pîrozî li xelkî Herêma kurdistanê kirin
HDPê li ekawnta xwe ya fermî li tora civakî, yekser piştî encamên referandomê peyamek belav kir û ragihand: Referandoma serxwebûna Kurdistanê rewa û demokratîke, slav û pîrozbahîyan ji bo îradeya gelê Herêma Kurdistanê dihinêrin.
Berî niha jî parlemantarên HDPê li parlemantoyê Tirkiyê piştevanîya xwe ji bo piroseya referandomê nîşan dabû û bi mafekê yasayî û siruştî yê Herêma Kurdistanê bi nav kirbû.
Rudaw
