• Friday, 20 February 2026
logo

Fransa li ser referandumê daxuyanî da

Gulan Media September 27, 2017 Nûçe
Fransa li ser referandumê daxuyanî da
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Le Drian li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand: “Niha ji bo serxwebûnê, dem guncaw xuya nake. Dibe ku li Rojhilata Navîn krîzên nû yên mezin derkevin holê.”

Jean Le Drian ji BFM TV ya Fransayê re, li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian diyar kir: “Tiştê ku îro tê hêvîkirin, çi qas ji dest were, ji Kurdan re xweserî were dayîn û ji bo jinûve avakirina Iraqê werin entegrekirin û rêkevtin were kirin.”

Jean Le Drian herwiha got: “Niha ji bo serxwebûnê, dem guncaw xuya nake, lê eger serxwebûn were ragihandin, di vê demê de ku DAIŞ li Iraqê têk diçe, dibe ku li Rojhilata Navîn krîzên nû yên mezin derkevin holê.”

Roja duşemê 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê hate pêkanîn.

Rudaw
Top