• Friday, 20 February 2026
logo

Yedega petrola ‘Dewleta Kurdistanê’ 70 milyar bermîl e

Gulan Media September 27, 2017 Nûçe
Yedega petrola ‘Dewleta Kurdistanê’ 70 milyar bermîl e
Roja 25ê Îlonê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê biryara cihêbûna ji Iraqê da. Eger ev herêmên giştpirsî lê hate kirin bibe dewleteke serbixwe, rûberê vî dewletî dê 78 hezar kîlometre çargoşe be û hejmara şêniya wî jî zêdetirî 7 milyon kes bin.
Dewleta nû ya Kurdistanê ji 5 parêzgehan pêk tê. Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Duhok û Helebce. Li gorî amaran hejmara şêniyan dibe 7 milyon û rêjeya geşeya nîştecihan jî ji % 2.5 e. Dahata heyvane ya takekesekî 400 hezar dînar e û dahata ne pûxteyî ya heyvane jî milyarek û 67 milyon dolar e.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 400 hezar meaşxur hene, ku 270 hezar kes ji wan pêşmerge ne, nêzîkî 270 hezar kes jî weke malnişîn meaşê werdigrin. Ji bo dabînkirina mûçeyên van meaşxuran mehane pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 870 milyar dînaran heye. Lê ji ber birîna bûdceyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, hikûmet dikare ji bo meaşan mehane tenê 350 milyar dînaran dabîn bike.

Li gorî amarên dawîn, rêjeya bêkariyê li Başûrê Kurdistanê gihitşiye ji % 15e û rêjeya hejariuê jî gihiştiye ji % 14.3. Sedema bilindbûna rêjeya hêjariyê ji % 60, hatina hejmareke zêde ya koçber û penaberan e.

Namostayê zanîngehê û aborînas Navser Nûrî di wê baweriyê de ye, ku dê çend salên pêş de ev rêje bi awayeke berçav were guhertin.

Navser Nûrî pêşbînî dike, ji ber guvaş û kiryarên hikûmeta navendî ya Iraqê ya li hember Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, dê rêjeya bêkarî û hêjariyê jî bilind bibe. Ji ber ku destê kar zêdetir li navçeyên nakok e. Lê Nûrî dibêje, dê ev rêje paşî sernişûvî dakevin û ji rêjeya îro jî kêmtir bibin.

Başûrê Kurdistan rojane 650 hezar bermîl petrolê hinardeyê bazaran dike. Yêdega petrolê bi 45 milyar bermîl tê xemilandin, ku dike ji % 30ê hemû yedega Iraqê. Li Başûrê Kurdistanê 2.8 tirilyon metre sêcar gaza sirûştî heye, ku dike ji % 85ê yedega gaza sirûştî ya hemû Iraqê.

Pisporê siyaseta enerjiyê Şalaw Ebdulxaliq li ser vê yekê ji Rûdawê re got: “Kerta petrol û gazê yek ji wan kertan e, ku dikare Başûrê Kurdistanê ji hemû guvaş û gefên ewlekarî û aborî biparêze.”

Şalaw Ebdulxaliq dibêje: “Amerîka û welatên rovaja ti caran rê nadin Tirkiye, Îran û Iraqê da ku bi keyfa xwe desthilata xwe bi ser kerta petrol û gaza Başûrê Kurdistanê de bisepînin. Çimkî hihûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2006ê de dema dest bi hinartina petrolê kir, ji hemû cîhanê re selmand, ku dikare petrolê berhem bîne, ku ev jî di berjewendiya wî ya welatên rojava û cîhanê be. Herêma Kurdistanê ev yek jî selmand, ku mîna Iraqê petrolê ji bo gef û ne amarmiya welatan bikar nayne.”

Li ser gefên Tirkiyê yên derbarê astengkirina firotina petrola Kurdistanê de Şalaw Ebdulxaliq got: “Tirkiye nikare bi hêsanî pêşiya hinardekirina petrola Kuridstanê bigre. Ji ber ku ji aliyê jeoekonomîk ve ziyana herî mezind ê bigihe Tirkiyê.”

Bi baweriya vî aborînasî, hebûna petrolê gefa welatên derdorê yên li dijî Başûrê Kurdistanê lawaz dike û dibêje: “Kompanyayên petrolê yên piraniya welatên mezin li Herêma Kurdistanê ye, weke Exxon Mobil, DanaGas, Chevron, Rosneft, Gazprom, DNO û şîrketên din ên petrol û gazê. Lewma ev welat rê nadin ti destwerdaneke serbazî li dijî Herêma Kurdistanê. Ev welat ti caran rê nadin Tirkiyê ku li hember hinardekirin û firotina petrola Kurdistanê li bazarên cîhanê, bibe asteng. Ji ber ku ev yek ziyanê digihîne berjewendî berhemanîna van kompanyan jî.”

Derbarê yedega petrola Kurdistanê de aborînas Ebdulxaliq dibêje: “Niha Herêma Kurdistanê xwedanê 45 milyar bermîl petrola yedeg e. Eger navçeyên Kurdistanî jî bikeve ser, dê yedega Başûrê Kurdistanê bigihe 70 milyar bermîlan. Bi vî awayî di cîhanê de dê bibe welatê heftemîn an jî heştemîn ê dewlemendê petrol û gazê. Lewma Herêma Kurdistanê dikare bi riya kerta netf û petrolê dikare pêgeha xwe li cîhanê bi hêz bike.”

Rudaw
Top