Amerîka bersiva tehdîdên Ebadî da: Dê baş nebe
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di civîneke rojnamevanî de behsa kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê ya ku ji ber encamdana referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê derketiye, kir û ragihand, Amerîka dixwaze her du alî jî bi diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin ne bi tehdîd û tundiyê.
Heather Nauert li ser tehdîdên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên bo girtina sînorên asmanî yên Kurdistanê jî got, eger Bexda tiştekî wisa bike dê baş nebe.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka anî ziman ku Amerîka ji destpêkê de li dijî referandomê bûye û got, me nedixwast referandom were kirin lê êdî hatiye kirin lewla em bang li Hewlêr û Bexdayê dikin dest bi hevdîtinên ciddî bikin bo çareserkirina kirîzê.
Li ser gefên Îran, Tirkiye û Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê jî wê rayedara Amerîkî got, em şer û tundiyê qebûl nakin û emê li dijî wê derkevin. Em tenê dixwazin bala xwe bidin şerê DAIŞê.
Heather Nauert behsa rêjeya beşdarbûna gelê Kurdistanê di referandomê de jî kir û got, haya me jê heye ku rêjeya beşdarî di referandomê de gelek bûye. Helbet em ji wê kelecana kurdan têdigihên.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh gef li Herêma Kurdistanê xwar û ragihand, eger Hewlêr di nav 3 rojan de tevahiya firokexane û deriyên sînorî teslîmî Bexdayê neke dê sînorên asmanî yên Kurdistanê bigire.
Basnews
