Endamê Kongreya Amerîka, Franks: Bila Amerîka piştevaniya dewleta Kurdistanê bike
Endamê Kongreya Amerîka û nûnerê eyaleta Arîzona, Trent Franks li ser malpera xwe ya fermî behsa serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê kiriye û gotiye, Kurdistaneka serbixwe dê bibe sebeba aramî û aştiyê li Rojhilata Navîn.
Trent Franks her wiha gotiye, divê Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike çimkî Kurdistaneka serbixwe li gorî berjewendiyên Amerîka ye.
Franks pesnê mêrxasiya kurdan di şerê DAIŞê de jî daye û gotiye, eger kurd nebûna metirsiyên DAIŞê gelekî zêde dibûn. Kurdan gelek kes ji destê DAIŞê rizgar kirin û nêzîkî 2 milyon koçber jî hewandin.
Wî endamê Kongreya Amerîka di dawiyê de gotiye, ez piştevaniya xebata kurdan dikim û ji wan dixwazim piştevaniya gelên din yên mîna mesîhiyên deşta Neynewa û turkmenên Til Eferê jî bikin û mafên wan biparêzin.
Basnews
